Li Misrê avahiyek hilweşiya: 10 kes mirin

Li paytexta Misir Qahîreyê avahiyek hilweşiya. Di encamê de 10 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li Misrê avahiyek hilweşiya: 10 kes mirin
17 sibat, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Ahbar El-Yewm li taxa Kerdasa ya Gîzayê ku li herêma paytexta Qahîreyê ye avahiyek hilweşiya. Di encamê de 10 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Ambûlans ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhestin û tîmên parastina sivîl li windahiyên li binê xirbeyê avahiyê digerin.

Şahidên ji rojnameyê re axivîn diyar kirin ku ji ber 'teqîna tup' avahî hilweşiya. Polîsan têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kirin.