Li Minbicê semînerek li ser dîroka Çeçen hate dayîn

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê li ser dîroka çandê ya pêkhateya Çeçen, kevneşopî û adatên wê û têkoşîna wê li dijî dewleta Tirk a dagirker semînerek da.

Li Minbicê semînerek li ser dîroka Çeçen hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser dîroka Çeçen hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser dîroka Çeçen hate dayîn
11 ÇILE, 2024   18:20
MINBICÊ

Di çarçoveya rêzesemînerên Komîteya Çand û Hunerê ji bo naskirina çanda pêkhateyên Minbicê li dar dixe de semînerek li ser pêkhateya Çeçen, adat û kevneşopiyên wê hate dayîn. Di semînerê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, Komîteya Çand û Hunerê, Navenda Jineolojiya û gelek rewşenbîr li hola Nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl beşdar bûn.

Di semînerê de endama rêvebera Nivîsgeha Perwerdê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Zehîde Îshaq li ser adat û kevneşopiyên pêkhateya Çeçen, dîrok û şaristaniya wê axivî.

Zehîde diyar kir ku pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina çandê dikişînin.

Zehîde aşkera kir ku Rêvebeirya Xweser ji her pêkhateyekê re ku adat û kevneşopiyên xwe pêk bînin hawayeke guncaw ava kir.

(fr)

ANHA