Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan

Bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Meclisa Werzîşê ya kantona Tebqayê pêşbirka bezê ya taybet bi jinên ciwan li dar xist.

Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan
11 ÇILE, 2024   18:02
Tebqa

Di pêşbirkê de malbatên beşdaran, nûnerên Komîteya Çand û Hunerê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di pêşbirkê de 40 jinên ciwan ên dibistana Muhdese û dibistana Hevrîn Xelef beşdar bûn. Pêşbirk ji 2 geran pêk hat û di her gerekê de 5 beşdarên serkeftî hatin hilbijartin û li dawiyê 3 beşdarên pileyên pêşîn hatin diyarkirin.

Beşdar ji pêşiya kafîterya Şemis a taxa El Sanî (duyemîn) a Tebqayê dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya kantonê ve bi rê ket.

Di dawiya pêşbirkê de hemû beşdar hatin xelatkirin, her wiha hersê beşdarên serkeftî; Şeyma El Ubêd ji dibistana Muhdesê, Rîmas El Mustefa ji dibistana Muhdesê û Îman El Elî ji dibistana Hevrîn Xelef hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA