Li Mexmûrê rojnamevana êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kirin

Rojnamevanên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê êrişên li ser studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV’yê şermezar kirin.

Li Mexmûrê rojnamevana êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kirin
24 nîsan, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî êrişên li ser çapameniya azad şermezar kirin. Daxuyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkarên çapameniya azad û xelkê wargehê hate dayîn.

Li ser navê xebatkarên çapemeniya Mexmûrê, hevberdevka rojnameya Rojev Mexmûrê Jiyan Pîran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wek tê zanîn li Belçîkayê êrişek li ser televîzyonên Sterk TV û Medya Haber TV’yê hat pêkanîn. Hat diyarkirin ku ev êriş bi destê Firansayê hatiye kirin. Heman rojê li Tirkiyeyê jî gelek rojnamevanên çapameniya azad hatin binçavkirin. Ev hêzên ku êrişî çapameniya azad dikin, dixwazin dengê rastiyê bêdeng bikin. Em wek rojnamevanên azad soz didin ku hetim wê armanca me rastî derxistina holê be. Em ê heta dawî şopdarên Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa bin.

Di roja me ya îro de her roj êriş li ser civakê çêdibin û rojane sivîl tên qetilkirin. Êrişên ku li ser çapamaniya azad a Kurd çêdibin, ji van bûyeran ne qûtin. Em wek xebatkarên çapameniya azad bang li tevahî dost û azadîxwazan dikin, xwedî li çapemeniya azad derbikevin. Her wiha em bang li dewleta Belçîkayê dikin, dest ji van kiryarên xwe yên ku xizmeta dewleta Tirk dike, berdin. Wê ti kes nekare dest dane ser kameraya me û wê ti hêz nekare dengê rastiyê qut bike.”