Li Îsraîlê êrişa çekdarî: Jinek hat kuştin û 13 kes birîndar bûn

Di êrişa çekdarî ya li bajarê Bîir El Sebi yê li başûrê Îsraîlê de jineke îsraîlî hat kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Li Îsraîlê êrişa çekdarî: Jinek hat kuştin û 13 kes birîndar bûn
6 cotmeh, 2024   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Radyoya Îsraîlê ragihand ku di êrişa bi kêran û avêtina guleyan li bajarê Bîir El Sebi de jineke Îsraîlî hat kuştin û 13 jî birîndar bûn, her wiha êrişkar jî hat kuştin.

Li gorî Reutersʹê ku agahiyên xwe dispêre polîsên Îsraîlê di êrişa li stasyona navnedî ya li bajarê Bîir El Sebi yê li başûrê Îsraîlê de êrişeke çekdarî hat kirin, di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Xizmetguzariya ambulancê ya Îsraîlê jî anî ziman ku êrişkar hat kuştin.

(mh)