Li Kobanê meşa dirêj

Tevgera Ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan bi boneya komploya 9 ê Cotmehê a sala 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocelan pêk hatî. Meşa dirêj dane destpêkirin. meşê ji bajarê Çelebê dest pêkir wê heta navenda Kobanê bidome.

Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
Li Kobanê meşa dirêj
5 cotmeh, 2024   16:53
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Çelebiyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yekîtiya jinên ciwan tevlê meşa dirêj bûn. di meşê de komploya 9 Cotmehê hate şermezar kirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, ala Tevgra Ciwanên Şoreşger ên suriya û pankêrtên bi nivîsên;Rihê  ciwanên Apoyî , ji Rêber Apo re azadiya, ji  pirsgirêka  kurd re çareserî’  Jin jiyan azadî. hatin hildan.

Meş bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpêkir, piştra li ser navê Meclîsa Ciwanên PYD’ê ya Kantona Firatê Lewîn Elî axivî û wiha got: “Em komploya li ser Rêber Apo hatî destpêkirin şermezar bikin. Dewletên navnetewî bi hemû hêzên xwe komployek dan meşandin.”

Lewîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tecrîda li ser Rêbertî gihişt asta qirkin û işkencê û tine kirinê, dixwazin di şexsê Rêber Apo de fikira azad û pirojeya neteweya demokratîk tune bikin.”

Li ser nave Meclîsa bajarê Çelebê Emîne Mihemed jî wiha got: “Em ê hertin li ser piyan bin di nav çalekiyan da bin heta azadiya Rêber Apo ya fîzikî bi dest bixin. Ji ber bê serok jiyan nabe.”

Di meşe de durişmeyên bê serok jiyan na be bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana gerîla, jin jiyan azadî hatin berz kirin.

Wê meş sê rojan dewam bike ji bajarê Çelebê destpêkir wê li kobanê bi dawî bibe.

(am)

ANHA