Hevditina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir

Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Meclisa Tirkiyê bi DEM Partiyê re civiya.

Hevditina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
21 tîrmeh, 2025   15:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

 Kalin, li Meclisa Tirkiyê DEM Partî ziyaret kir.  Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî, Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisa Tirkiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşwaziya Kalin kirin. Piştî kişandina dîmen, civînê dest pê kir.  

 Tê payîn ku dê di civînê de geşedanên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de bê nîqaşkirin.