Li Stenbolê erd hejiya

AFAD'ê ragihand ku erdhej li Marmara Ereglîsî (Tekirdag) saet di 11.36'an de pêk hatiye û kûrahiya erdhejê jî 18 kîlometreyan bûye.

Li Stenbolê erd hejiya
3 gulan, 2025   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê erdhej pêk hat. Rasathaneya Kandîllî ragihand ku mezinahiya erdhejê 4 pileye. Li gorî AFAD’ê jî mezinahiya erdhejê 3,7 pileye. AFAD'ê, ragihand ku erdheja li Marmara Ereglîsî (Tekirdag) saet di 11.36'an de pêk hatiye û kûrahiya erdhejê jî 18 kîlometreyan bûye.