Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand

Jinên siyasetmedar û çalakger ên sûriyeyî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254ˊan a taybet bi çareserkirina krîza Sûriyeyê nirxand û got biryar ximava li ser kaxizê maye, ji ber ku berjewendiyên navneteweyî li pêş pêkanîna wê bend in.

Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
Jinên siyasetmedar û çalakger biryara 2254ˊan nirxand
30 ÇILE, 2024   16:46
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyeyê der barê biryara 2254ˊan bi beşdariya endamên tevger, rêxistinên jinan û gelek jinên çalakger û siyasetmedar û nûnerên Nivîsgeha Jinan a MSDˊê û rêxistinên civaka sivîl semînerek da.

Semîner li navenda Meclisa Jınan a Sûriyeyê ya Qamişloyê hate birêvebirin. Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisê Weed Wecrî semîner bi rê ve bir. Weed di axaftina xwe de bal kişand ser biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku di dawiya Kanûna 2015ˊan hatiye dayîn û ji 16 bendan pêk tê û ji bo çaresrkirina krîza Sûriyeyê ye. Di ser wê biryarê zêdetirî 12 sal derbas bûn.

Weed di semînerê de behsa hewldanên navneteweyî yên beriya biryarê û piştî wê kir û wiha got: "Heta niha tevahî alî di pêkanîna bendên biryarê; agirbest, çareseriya siyasî û sazkirina destûreke nû de bi bin ketin."

Weed diyar kir ku civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantor berpirsiyar in û sûdê ji krîza Sûriyeyê li ser hesabê xwînrijandina gelê Sûriyeyê werdigirin; mîna dewleta Tirk, Rûsya û Amerîka.

Weed beşeke mezin ji erdnîgariya Sûriyeyê bi dûr xist, ew jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê wê ye û ew beş û gel di beşdariya dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê de hate bidûrxistin û wiha pê de çû: "Li kêlek bidûrxistina beşeke mezin ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xebata siyasî, aliyên beşdarî xebata çareserkirinê dibin nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin, lê belê berjewendiyên xwe li Sûriyeyê diparêzin."

Beşdaran di semînerê de axivîn û got biryar tenê ximava li ser kaxizê maye, ji ber ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk nayên, berovajî wê hêzên destwerdan krîza Sûriyeyê dirêj dikin û Sûriyeyê ber bi pêşerojeke nediyar ve dibin.

(fr)

ANHA