Li Japonyayê 7.4 pileyî erd hejiya

Li bakurê Japonyayê piştî erdheja bi 7.4 pileyî hişyariya tsunamiyê hate dayin. Hate ragihandin ku pêl dikare heta 3 metreyan rabe.

Li Japonyayê 7.4 pileyî erd hejiya
20 nîsan, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansa Meteopolojiyê ya Japonyayê ragihand ku li bakurê Japonyayê roja Duşemê bi mezinahiya 7.4 pileyî erdhejeke giran rû da.

Erdhej bi dema herêmî saet di 16:53'an de li Okyanûsa Pasîfîkê li peravên Iwateyê qewimî. Tokyo ku bi sedan kîlometreyî dûrî navenda erdhejê ye bi erdhejê hesiya û avahiyên bilind hejiya.

Rayedaran gotin, pêlên tsunamiyê di demeke kurt de dibe ku bigihêje peravên bakur û pêl bi qasî 3 metreyî bilind bibe. Ajansa Metorolojiyê ya Japonyayê ji bo mirovên li herêmên peravê banga veguhestina bi lez kir.

Saziya weşanê ya neteeyî NHK bernameyên xwe sekinand û hişyariya lezgîn da.