Li hundirê tesîseke petrolê li gundewarê Hesekê şewat derket

Li tesîsa zeviyên petrolê ya El Cibise ya li rojhilatê Hesekê şewat derket, sedema derketina şewatê û zirarên ku rû dane neyê zanîn.

Li hundirê tesîseke petrolê li gundewarê Hesekê şewat derket
21 cotmeh, 2026   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, îro li hundirê tesîsa zeviyên El Cibie ya petrolê ya li gundewarê Şedadê li başûrê rojhilatê Parêzgeha Hesekê şewat derket.

Di dîmen û wêneyên ku hatine belavkirin de doman ji cihê ku şewat lê derketiye xuya dike, heta niha sedemên derketina şewatê û zirarê ku daye nehatiye diyarkirin.

Beriya niha di 15`ê Cotmehê de Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê diyar kiribû ku di xeta derxistina xazê ya El Cebse de ji ber derketina teqînekê şewat derket. Wê demê ev bûyer piştî çend saetan ji xerabkirina xeta veguhestina sotemeniyê ya di navbera Banyas û Hunsê ku di encamê wê de benzîn rijiya derkete holê.

(sb)

ANHA