Konên dibistana kampa Girê Spî tên sererastkirin

Rêveberiya Dibistanan a Eyn Îsayê dest bi xebatên çêkirina 18 konan ji bo Dibistana Şehîd Hatim Zeydan a li kampa Girê Spî kir.

21 cotmeh, 2025   15:10
REQA

Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya Eyn Îsayê dest bi sererastkirina konên di kampa Girê Spî de wek dibistan têne bikaranîn, kir. Di kampê de bi hezaran koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, hatine bicihkirin. 

Rêveberiya Dibistanan 18 konên Dibistana Seretayî ya Şehîd Hatim Zêdan sererast dike.

Rêveberiya Dibistanan 3 dibistan di kampê de çêkirine û hezar û 500 xwendekar tê de dixwînin.

Endama Rêveberiya Dibistanan Cuman El Îsa der barê mijarê de got: “Piştî çend bangan ji rêxistinên di kampê de dixebitin, wan daxwaz paş guh kir. Desteya Perwedeyê ya Kantona Firatê bersiva wan da û dest bi xebatên sererastkrina konên dibistanê kir.”

Di çarçoveya xebatên sererastkirinê de deriyên konan têne çêkirin, her wiha ser konan bi madeyên pêwîst ji bo parastinê têne girtin.

Li kampê 7 hezar koçber dijîn. Zarokên wan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ji xwendinê bê par mabûn.

(dc)

ANHA