Li Hewlêrê 2 efseran jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku beriya danê nîvro li nav baregeha pasewanên sînor ên Iraqê ya li Kanî Qirijale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, du mayîn teqiyan û di encamê de 2 efseran jiyana xwe ji dest dan û polîsek jî birîndar bû.

Li Hewlêrê 2 efseran jiyana xwe ji dest dan
10 adar, 2024   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li nav baregeha pasewanên sînor ên Iraqê ya li Kanî Qirijale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê teqîn çêbû.

Efserek ji pasewanên sînor ên Iraqê yên li herêmê Muqedem Samî Silêman di derbarê buyerê de ji medya navxweyî re axivî.

Muqedem Samî Silêman ragihand ku beriya danê nîvro li nav baregeha pasewanên sînor ên Iraqê ya li Kanî Qirijale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê du mayîn teqiyan.

Her wiha diyar kir ku di encama teqîna mayînan de 2 efseran jiyana xwe ji dest dan û polîsek jî birîndar bû.

Muqedem Samî Silêman destnîşan kir ku yên ku bûne qurbanî ezdezyarên paqijkirina mayînan yên li devera yek bûn û dema ku endazyaran dixwestin ji hevkarên xwe re bibêjin ka çawa mayinan derxînin, du mayîn teqiyan û bûn sedema qurbaniyan.

Di derbarê nasnameya kesên bûne qurbanî de jî Muqedem Samî Silêman wiha got: “Polîsê ku birîndar bûyî bi navê Rizgar Mecîde. Her wiha efserên şehîdbûyîn jî bi navê Ebdul Kerîm Cebar û Mesud Elî bû. Buyer bi ti awayî ne şêweyek yê êriş yan jî hedef girtinek bû.”