`Divê jin di pêvajoya avakirinê de hebûna xwe biparêzin`

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya bajarê Hesekê Zehra El Elî got, divê hebûna jinan di pêvajoya avakirinê de were parastin.

`Divê jin di pêvajoya avakirinê de hebûna xwe biparêzin`
28 tebax, 2026   04:20
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê Zehra El Elî ji ANHA`ê re axivî. 

Zehra El Elî destnîşan kir ku tevlîbûna jinan a meclisên herêmî, partiyên siyasî û navendên biryardanê girîng e û got, di meclis û saziyn de nabe ku nêrîna jinan nebe û nabe bê jinan biryar werin dayên.

Zehra El Elî diyar kir ku jina dema cihê xwe di meclis, partiyên siyasî û rêveberiyên herêmî de digirin îradeya wan xurt dibe û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Di Şoreşa Rojava de jinan di aliyê siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û aborî de berpirsyarî rakir û têkoşiya. Li Sûriyeyê û li ser asta navneteweyî têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de, hate naskirin."

Ji bo têkoşîna siyasî ya jinan Zehra El Elî wiha got: "Mêr, adet û kevneşopiyên civakê li pêşiya xebatên civakî û siyasî yên jinan dibin asteng. Ne tenê mêr di qada siyasî de dixebitê, divê ev zîhniyeta zayendperest were derbaskirin. Jin li hemberî vê zîhniyeta baviksalar tê dikoşin, li hemû qadan dixebitin û niha di rêvebirina welat de cihê xwe digirin."

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya bajarê Hesekê Zehra El Elî di dawiya axaftina xwe de got ji bo Sûriyeyê dê ev pêvajo bibe pêvajoya avakirinê, divê hebûna jinan di vê pêvajoyê de hebe, ew jî biryaran bidin û îradeya xwe biparêzin

(np)

ANHA