Koçberên Serêkaniyê daxwaza lezandina vegerê kir

Koçberên ji Serêkaniyê xwestin baregehên leşkerên Tirk ên li herêmê werin valakirin û mayîn werin rakirin da ku vegerin warê xwe.

Koçberên Serêkaniyê daxwaza lezandina vegerê kir
28 tebax, 2026   03:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li pêşiya vegera koçberên ji Serêkaniyê ya li malên xwe zehmetiyên wêraniya mal û zeviyên çandiniyê, hebûna mayîna û bermahiyên şer, xalên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Hinek rêyên ku diçin Serêkaniyê girtî ne ji pêşiya vegera wan dibe astengihyek.

Koçberên ji gundewarên Serêkaniyê xwestin ev astengî werin rakirin da ku bi lez vegerin warê xwe.

ZEHMETIYÊN VEGERA BI EWLE

Koçberê ji gundê El Saeîd ku niha li kampa Waşûkanî ya li Hesekê dimîne, Basil El Elî got: “Gundê me bûye baregeha dewleta Tirk, hêzên Tirkiyeyê malên me talan kirine, li gund bi giştî tenê 3 mal xanî mane.”

Basil El Elî da zanîn ku hejmarek şêniyên gund berê xwe dane malên xwe, lê leşkerên Tirk daxwaz ji wan kir ku gundê xwe ji bîr bikin û lê venegerin.

El Elî ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bav û apê min ji gund qewitandin. Kevir danîne ser zeviyên me yên çandiniyê û zevî xirab kirine.”

Basil El Elî  ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest ku dewleta Tirk ji gundê wan derxîne.

Fayîz El Xalid ê ji gundê Erîşa û li kampa Waşûkanî dimîne destnîşan kir ku gundê wan wêran bûye, hinek mal hene bi awayeke giştî talankirî ne û ji holê hatine rakirin. Her wiha anî ziman ku ji ber hebûna xaleke leşkerên Tirk ew nikarin bi seyareyan herin gund.

Fayîz El Xalid xwest rêya Til Temirê were vekirin û da zanîn ku çûyîna gund a bi motorîskilêtan ne qedexe ye.

Fayîz El Xalid wiha li axaftina xwe zêde kir: “Beriya hatina werzê zivistanê, ji bo vegera bi ewle ya şêniyan, divê xalên dewleta Tirk bên rakirin û ji herêmê werin derxistin.”

LI SER RÊYAN MAYÎN HENE

Koçberê ji gundê Til El Leben yê gundewarê rojavayê Til Temirê Xidir El Îsa got: “Gundê me wêran bûye, derdora wê mayîn hene, beriya çend rojan di encama teqîna 2 mayînan de ji malbatekê çend ciwan birîndar bûn.”

Xidir El Îsa wiha anî ziman: “Ji bo em karibin malên xwe yên axî ava bikin, em dixwazin beriya hatina zivistanê vegerin. Heke zivistan were em ê nikaribin vegerin gundên xwe, ji ber vê yekê divê pêvajoya vegerê bi lez pêk were û gund ji mayînan bê paqijkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Xidir El Îsa ev tişt got: “Êdî bes e, ev 7 sal e em koçber in, daxwazên me zelal in, ew jî destekdayîn û bi lez pêkanîna vegerê ye.”

Karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê 10`ê Tebaxê vegeriya warê xwe, lê hinek kesên ku dest danîne ser malên xelkên resen li bajêr, li pêşiya vegerê bûn asteng û êriş pêk anîn.

Piştî vê bûyerê pêvajoya vegerê hat taloqkirin, lê ji bo wê xebatên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê didomin.

(sb)

ANHA