Li herêmên Rêveberiya Xweser pez tên derzîkirin

Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li xwediyên pez kir ku li nuqte yan jî yekîneya herî nêz vegerin da ku pezên xwe li dijî nexweşiya enterotoksemiyê derzî bikin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser pez tên derzîkirin
Li herêmên Rêveberiya Xweser pez tên derzîkirin
6 adar, 2024   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên Sewalvaniyê yên Desteya Çandiniyê li navçeyên kantona Cizîrê bi çavdêriya hevserokatiya Gerînendetiyê dest bi derzîkirina pez bi dermanê enterotoksemiyê kir.

Nexweşiya enterotoksemiyê jehrîkirina xwînê ye, ew nexweşiyeke pandemî ye li mih û çêlan dixe.

Di vê çarçoveyê de Gerînendetiyê Sewalvaniyê ya Kantona Cizîrê bang li xwediyên pez kir ku li nuqte yan jî yekîneya şêwirê ya herêma xwe vegerin da ku pez li dijî vê nexweşiyê derzî bikin.

(fr)