Li Helebê Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hat hilbijartin

Partiya Sûriya Pêşerojê di kongreya xwe ya sêyemîn de ku bi dirûşma "Partiya me pêşeroja me ye, vîna me misogeriya me ye, hêzên me hêza serkeftina me ye, Sûriye me dike yek" mecliseke nû hilbijart.

21 ÇILE, 2024   16:12
HELEB

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê kongreya xwe ya sêyemîn li Hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf a Helebê li dar xist. Endam û nûnerên saziyên sivîl, partî, hêzên leşkerî, cigîrê serokê partiyê Aytan Ferhan, Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî Îmad Musa, cîgirê Meclisa Ciwanan Bêrîtan Roj ên ji Reqayê hatine, kesayetên serbixwe û rûspiyên êlan di kongreyê de hazir bûn. 

Di kongreyê de seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo axivî û îşaret bi girîngiya pêvajoya avakirina partiyê kir û got: "Ji destpêka damezirandina partiyê ve ku di pêvajoyeke hesas de bû, partiya me nûnertiya nasnameya sûriyeyî, çand û zimanê pêkhateyên wê dike."

Dûre perspektîfên siyasî, rêxistinî yên kongreyên meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya partiyê  Bera Mehmûd ve hatin xwendin. Bera destnîşan kir pêvajoya heyî ya aloziyên herêmî û navneteweyî, ji pêvajoya şerên yekemîn û duyemîn ve kûrtir û dirêjtir e.

Dûre rewşa rêxistinê hate xwendin. Her wiha di kongreyê de hilbijartin hatin çêkirin û Xalîde Ebdo ji bo serokatiya meclisa Helebê hat hilbijartin, Mihemed Xerîr bû cîgirê serokatiyê û 31 endamên meclisê hatin hilbijartin.

 (şx)