Gundewarê Babê bi dijwarî tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundewarê Babê topbaran dikin.

 Gundewarê Babê bi dijwarî tê topbarankirin
21 ÇILE, 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hewan gundê Kawkilî yê rojhilatê Babê bi dijwarî topbaran dikin. 

Beriya vê jî dewleta Tirk û çeteyên wê, gundê Til Rihal ê bajarê Babê topbaran kiribû û di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin. Her wiha gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

(şx)

ANHA