Li Helebê jî kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir

Piştî Qamişloyê li Helebê jî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Li Helebê jî kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir
10 sibat, 2024   11:51
HELEB

Li Helebê Komîteya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Daxuyanî li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamê PYD’ê Welîd Hebeş û rêvebera Yekitiya Mamosteyan Fatma Webis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîd û zextên ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, fikarên ji ber wernegirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelan a li hemberî polîtîkayên desthilata Tirk û greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de destpêkirina kampanyaya komkirina îmzeyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat ragihandin û banga tevlêbûna xurt a li pêngavê hat kirin.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (9’ê Sibatê) bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Îmze dê ji Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

(bb)

ANHA