Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin

Ciwanên li Helebê çalakiya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Abdullah Ocan dan destpêkirin.

Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin
Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin
Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin
Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin
Ciwanên Helebê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsin
6 tebax, 2025   15:50
HELEB

Îro, ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatiye destpêkirin, dest bi nivîsandina nameyan ji bo Rêber Abdullah Ocalan kirine. Çalakî di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de pêk hat.

Di vê çalakiyê de dê endamên Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, her wiha sazî û partiyên siyasî nameyan binivîsin.

Sîdra Xelîl, endama Yekitiya Jinên Ciwan û yek ji endamên koma nivîsandina nameyan, got ku bi vê çalakiyê, ew rê li ber ciwanan vedikin ku bi azadî ramanên xwe bînin ziman û her tiştê ku tê bîra wan binivîsin da ku ji Rêber Abdullah Ocalan re bişînin.

Sîdra Xelîl destnîşan kir ku bi sedan ciwanan ji bo tevlêbûna kampanyayê bi wan re têkilî kirine.

Biyar e komîteyeke were avakirin ji bo komkirina van nameyan û şandina wan ji saziyên peywendîdar re da ku radestî Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(fr)