Li Girê Spî 2 kes hatin kuştin

Kesekî iraqî ku li Girê Spî ya dagirkirî hatiye bicihkirin, jinek û hevjînê wê qetil kirin.

Li Girê Spî 2 kes hatin kuştin
3 adar, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji gundewarên rojhilatê Girê Spî ya dagirkirî dane, kesekî iraqî bi navê Babo Îshaq, jinek û hevjînê wê yên sûriyeyî qetil kirin. Çavkanî diyar kir ku kujer dûre xwe jî kuştiye.

Çavkanî da zanîn ku bûyer li navçeya Silûkê ya Girê Spî çêbûye, lê sedemên wê nehatin zanîn.

Hate zanîn ku kujer çeteyekî DAIŞ’ê bû ku piştî rizgarkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê reviyabû Tirkiyeyê.

Li gorî daneyên ajansa me, dewleta Tirk a dagirker par 70 iraqî li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin. Di Sibata îsal de jî berê 3 hezar penaberên sûriyeyî da Girê Spî da ku di çarçoveya polîtîkaya guhertina demgorafiyê de wan li wir bi cih bike.

Li Girê Spî ya ku ji dawiya 2019’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên revandin, kuştin, talankirin û guhertina demografî dewam dikin.

(bb)

ANHA