Li Kobanê daristanek tê avakirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, di çarçoveya pêngava “Bibe dostê jîngehê” de daristanekê li Kobanê ava dike.

Li Kobanê daristanek tê avakirin
3 adar, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê bi hevkariya saziyan û şêniyên navçeya Çelebiyê ya kantonê daristanekê li navçeyê ava dike. Dê 3 hezar û 500 darên merx û serû li rûbera 70 donimî werin çandin.

Avakirina vê daristanê yek ji plansaiya Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê ye. Di heman demê de di çarçoveya pêngava bi dirûşma "Bibe dostê jîngehê" de ye ku bi beşdariya saziyên navçeyê dest pê kiribû.

(eg)