Li Florîdayê ji ber bahoza Mîlton 14 kes mirin

Li eyaleta Florîda ya DYA’yê di encama Bahoza Mîltonê de 14 kes mirin û bi mîlyonan avahî bê elektrîk man.

Li Florîdayê ji ber bahoza Mîlton 14 kes mirin
11 cotmeh, 2024   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê eyaleta Başûr-rojhilatê DYA’yê Ron DeSantîs got, "Bahoz girîng bû, lê baş e ku senaryoya herî xerab pêk nehatiye."

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Alejandro Mayorkas jî got, qûrbanî ji ber babilîska rabûyî pêk hatine.

Bahoza Mîlton, piştî ku êvara Çarşemê li bejahiyê ket Florîdayê ji rojava ber bi rojhilatî ve paqij kir. Nêzî du hefte berê ji xwe bahoza Helene li herêmê xistibû û xisareke mezin li herêmê rû dabû.

Li gorî walî, zêdeyî 3,1 mîlyon avahî li gelemperiya Florîdayê bê elektrîk mane.

Li gorî Navenda Bahozê ya Amerîkayê (NHC), her çend bahoz ji nîvgiravê derketibe jî, li ser Florîdaya Navîn û Rojhilatê Emerîkayê bayeke xurt û "barana zêde" hildiberîne.

Serokê DYA’yê Joe Bîden, êvara Çarşemê hişyariya Mîlton wê bibe "yek ji bahozên herî hilweşîner a sedsalê ku li Florîdayê xistiye."