Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da şerê li Xeza û Lubnanê û metirsiyên Şamê ku êrişên Îsraîlê başûrê Sûriyeyê jî bidin ber xwe.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
11 cotmeh, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewst nûçeyek bi sernavê “Yekitiya qadan bûye daxwaza Îsraîlê?” weşand. Rojnameyê îşaret pê kir ku rayedarên Îsraîlê êrişên ji aliyê Xeza, Lubnan û Îranê ve yên li dijî wê wek "yekalî" pênase dikir, vê dawiyê nêrîn û şertên xwe guhertin.

Di nûçeyê de hate gotin, serokê Dezgeha Îstîxbarata Derve ya Îsraîlê David Barnea, di hevdîtina xwe ya li gel serokê îstixbarata DYAˈyê William Burns de xwest dan û standinên bi Hizbullah û Hamasê re bi hev werin girêdan.

Di dewama nûçeyê de hate bibîrxistin ku Hizbullah bi israr e ku şerê li Xezayê û yê li Lubnanê bi hev ve girê dide, lewre pêşnûmeya nûnerê DYAˈyê yê li Lubnanê Amos Hosten a agirbesta li Lubnanê re dike.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku rayedarên Til Avîvê duh (pêncşem) ji Kanal 12ˈan re got: “Barnea ji vê yekê armanc dike ew ku sûdê ji destkeftiyên Îsraîlê yên li hemberî Hizbullahê bi dest xistine, wergire da ku peymana pevguhertina dîlgirtiyan li ser Hemasê ferz bike.”

‘SÛRIYE BI FIKAR E KU OPERASYONÊN ÎSRAÎLÊ BAŞÛRÊ WÊ JÎ BIDE BER XWE’

Der barê Sûriyeyê de jî rojnameya El Ereb diyar kir ku Şam bi fikar e ku Îsraîl eniyeke nû li Colanê veke. Hate gotin, eger ev yek pêk were, dê hêzên wê bixe rewşeke zehmet ku ji 2011ˈan ve Sûriye di nava şerekî navxweyî de ye.

Rojnameyê cih da şîroveyên analîzvanan ku dibêjin "îhtîmala ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê parêzgeha Quneytîrayê jî bide ber xwe, heye." Biryara Îsraîlê ya "Paqijkirina herêmên sînor ji hêzên Îran û baskên wê" jî hat bibîrxistin.

Di dewama nûçeyê de ev nirxandin hatin kirin: "Eger operasyonên Îsraîlê Quneytîrayê jî bidin ber xwe, dê Şam bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimîne. Nemaze ku hêzên dijber ên wekî Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên Îsraîlê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê serwer in, sûdê ji rewşê wergirin û li dijî Şamê bikevin nava tevgerê. Her wiha şaneyên veşartî yên Heyet Tehrîr  El Şam û DAIŞˈê li başûr, bi taybetî li Derayê hene."

Di rojnameyê de hate gotin: "Şîrovekar dibêjin hêzên hikumeta Şamê dê xwe di nava pençan de bibînin ku dê nekarin vê carê jê rizgar bibin. Hişyariyên domdar ên Şamê yên ji bo Îran û Hizbullahê ku baregehên xwe li başûr, bi taybetî li Colanê vala bikin, îsbata vê yekê ye."

Li gor rojnameyê, çavkaniyên sûriyeyî diyar kir Îsraîlê rêyeke axî ya leşkerî li Colanê vekiriye û tanker derbas bûnê.

 (bb)