Nêzî 19 hezar kes ji Lubnanê vegeriyane

Hejmara kesên ji ber şer ji Lubnanê vegeriyane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 18 hezar û 875.

Nêzî 19 hezar kes ji Lubnanê vegeriyane
11 cotmeh, 2024   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya krîzê diyar kir heya niha 18 hezar û 875 kes ji ber şerê li Lubnanê vegeriyane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li gorî maseyê hejmara kesên ji Lubnanê hatine wiha ye: 6 hezar û 705 mêr, 5 hezar û 935 jin, 6 hezar û 158 zarok, 58 lubnanî û 19 cenaze.

Kesên ji Lubnanê tên, an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera kesên ji Lubnanê tên herêmê, hêsan dike.

Rêveberiya Xweser bi rêya maseya krîzê kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike û wan bi cih dike.

Hevya Sor a Kurd jî li hemû bajaran konên komkirina alîkariyan vedane.

Ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê bi hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê vedigerin warên xwe.

(bb)

ANHA