Li Eyn Îsayê ji bo koçberan 4 projeyên çandiniyê

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê ji bo koçberan dest bi 4 projeyên çandiniyê yên kooperatîfan kir.

Li Eyn Îsayê ji bo koçberan 4 projeyên çandiniyê
Li Eyn Îsayê ji bo koçberan 4 projeyên çandiniyê
28 mijdar, 2024   06:40
EYN ÎSA

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê 4 projeyên çandiniyê ragihandin.

Nivîsgehê 920 donim erd ji bo projeyan veqetandiye ku dê genim lê bê çandin; 450 donim li Samiriyeyê, 230 donim li Hîşeyê, 200 donim ji bo malbatên şehîdan, 40 donim li Ehmediyeyê. 35 malbatên koçber ên ji Serêkaniyê dê sûdê ji van projeyan wergirin.

Endamê nivîsgehê Mihemed Seîd têkildarî xebatên ku nivîsgehê ji ajansa me re axivî û got: "Genim li Samiriyeyê bejî tê çandin. Lê ji bo projeyên din me jeneratorek peyda kir ji bo ku bê avdan. Her wiha em tov, semad, sotemeniya jeneratorê jî didin.”

Seîd di dawiyê de got ew bi rêya pisporan çavdêriya çandiniyê dikin, derfetên pêwîst peyda dikin da ku projeyan bi ser bixin û endamên kooperatîfan feydeyê jê bibînin.

(şx)

ANHA