Malbatên gerîla: PKK ji bo me û hebûna me şer dike

Malbatên gerîlayan got ew bi PKK`ê serbilind in û destnîşan kir ku berxwedana PKK`ê hebûna gelê Kurd, nasname, ziman û çanda wî parast.

Malbatên gerîla: PKK ji bo me û hebûna me şer dike
28 mijdar, 2024   05:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXOR

27`ê Mijdarê salvegera 46`an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. PKK`ê ji aliyê komeke îdeolojîk û bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin. Malbatên gerîlayan diyar kir ku wan bi têkoşîna PKK`ê re nasname û dîroka xwe nas kir.

Dayîka şehîd Stêrvan, Emîne Cuma behsa rola PKK’ê di hişyarkirina gelê Kurd de kir û got: "Keça min bawer kir ku avakirina vê partiyê destpêka serhildan û rizgariyê ji bo gelê Kurd bû, ji ber wê tev li PKK`ê bû. Bi saya berxwedana wan dijmin nekarî ziman, çand û hebûna me tune bike."

Dayîka şehîd Stêrvan, Emîne teqezî bi piştgiriya gerîlayan kir û diyar kir ku têkoşîna hevbeş a di navbera gel û tevgera rizgariya Kurdistanê de dê serkeftinê bi dest bixe û got: “Ji bo azadiyê em ê her tiştî bidin.”

Şehîd Stêrvan Cuma di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2015`an de şehîd bû.

Xwişka şehîd Şîraz Mihemed Mizgîn Mihemed behsa taybetmendiyên gerîlayan kir û bi bîr xist ku xwişka wê çalakiyeke fedayî li dar xistiye. Di heman demê de rola gerîla di têkbirina êrişan û parastina gel de, silav kir.

Mizgînê got: "Heta dawiyê em bi gerîla re ne ku bi têkoşîn û fedakariyên xwe rêya azadiyê ji me re ronî kirin, hebûn û nasnameya me parastin. Îro tevî hemû hewldanên têkbirina vîna gelê Kurd, lê dîsa têkoşînê didomînin."

Mizgînê ev li gotinên xwe zêde kir: "Gerîla di hişyarkirina gelê Kurd û rizgarkirina wî de, roleke mezin lîstiye û hîna dilîze. Ew hêzên me ne û bingeha têkoşîna me ne. Bêyî wan, têkoşîn, çek û ramanên wan em tune ne."

Şehîd Barwer Efrîn (Şîraz Mihemed) sala 2014`an li bajarê Kobanê di berxwesana li hember çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.

Dayîka gerîla Ehmed Weysî yê sala 1995`an tev li tevgerê bûye, Almaz Bekrî got: "Bi saya gerîla navê kurdan heye. Gelê Kurd bi cesaret bû ku bêjin kurd in. Ji ber wê bi dil û can em bi wan re ne."

Almaz got hêviyên wan bi berxwedana tevgerê heye û wiha pê de çû: "Bi saya fedakariyên gerîlayan, dijmin fêm kir ku piştevan û pişta gelê Kurd heye.."

Almazê got: "Em minetdarên Rêber Abdullah Ocalan in. Heta em wî azad bikin, têkoşîna me dê bidome."

Almazê got ew bi rêya ku kurê wî hilbijartiye serbilind e û wiha anî ziman: "29 sal e min tu agahî ji kurê xwe nebihîstiye. Rast e dûr e, ez pê diêşim. Lê bi wî serbilind im. Dizanim rêya hilbijartiye rêya rûmet, bedewî û pakiyê ye.”

(şx/k)

ANHA