Li Efrînê teqîn: 4 kes birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî motorsîklêtek teqiya, di encamê de 4 kes birîndar bûn. Di nav wan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene.

Li Efrînê teqîn: 4 kes birîndar bûn
6 sibat, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê motorsîklêtek li nêzî Çerxerêya Newroz a li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqiya. 

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihandiye, di encamê de 4 kes birîndar bûne. Di nav de zarokek û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene. Her wiha zirarên madî li cihê teqînê çêbûne.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên "polîsa leşkerî" zarokê birîndar revandine û tawanbar kirine ku wî û kesek din motorsîklêta bombebarkirî, danîne cihê teqînê.

Li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê serwer e ku teqîn û pevçûn di navbera çeteyên dewleta Tirk de rû didin. Girêdayî mijarê di 27`ê Îlona 2023`yan de di teqîna motorsîklêtekê de li kolana servîs a taxa Eşrefiye 5 kes birîndar bûn ku piraniya wan zarok bûn.

(şx)