Li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî madeyên hişbirê li rojavayê Dêrazorê girt.

Li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê hate girtin
Li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê hate girtin
6 sibat, 2024   23:17
Navenda nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hêzên têkoşîna li dijî narkotîkê bi kemînekê li ser bendeke kontrolê li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê de di sûc de girt.

Li gorî navendê, bi bazirganê hatî girtin re, 129 hebên kiptagonê hebûn. Piştî bidawîkirina lêpirsînan, dê sewqî dadgehê bê kirin.

(şx)