Li Efrînê talankirina deverên dîrokî dewam dike

Li Efrînê talankirina deverên dîrokî dewam dike
3 adar, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wirgirtine, devera dîrokî ya Bîr El Tel a navbera gundên Şîtka-Mîrkan û Kaxira yên navçeya Mabatayê de, tê xirabkirin û talankirin.

Rêxistinê da zanîn ku devera Bîr El Tel bi maşîneyên giran ji aliyê çeteyên ‘Ceyş El Wetenî El Sûrî’ û çeteyên ‘El Emşat’ ve tê kolandin û talankirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dagirkeran ji 10 rojan ve li cihê navborî dest bi lêgerîna li parçeyên şûnwarî kirine û kolandin li bakurê deverê tê kirin.

Devera Bîr El Tel li baxçeyên kerez, guz û sêvan ê welatiyê bi navê Fewzî Şîtka dikeve.

Çavkaniyan diyar kir ku ji Fewzî Şîtka piştî çeteyan bustanê wî xirab kir û darên wê birîn bi nexweşiya "celta" ketiye.

(bb)

ANHA