Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Idlibê topbaran kirin. Di êrişeke suîqastê ya çeteyên ‘Fetih El Mûbîn’ de jî leşkerekî Şamê hat kuştin.

Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
3 adar, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li nêzîkî bajarê Seraqib ê li başûrê Idlibê di êrişeke suîqastê ya çeteyên Fetih El Mubîn de hat kuştin.

SOHR diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên li nêzî gundê El Melace yê başûrê Idlibê bi hewanan topbaran kirin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di êrişên li "herêma bêçek" de 34 leşker û 49 sivîl  hatine kuştin.

(eg)