Li Efrînê talanî û şêlandin

Li gundewarê Efrînê şênî ji aliyê kesên rû girtî ve têne talankirin û şêlandin. Tevî giliyên şêniyan hêzên ewlekariyê mudaxeleyê nakin.

Li Efrînê talanî û şêlandin
13 nîsan, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku hejmarek şêniyên bajarê Şiyê yê Efrînê dana ajansa me, hin kesên rû  li ser rêya Şiya-gundê Senara (Geliya Şiyê) bi gefa çekê talankirin û şêlandinê dikin.

Şêniyan diyar kir ku ji duh ve bi dehan erebe hatin sekiandin, pere û telefon ji xwendiyên wan û rêwiyan hatin talankirin.

Hate diyarkirin ku şêniyan ji ber talankirin û şêlandinê gilî li hêzên ewlekariyê kirine, lê hêzên ewlekariyê destwerdan nekirine.

(bb)