Serbazekî îsraîlî li Sûriyeyê birîndar bû

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serbazekî wan li başûrê Sûriyeyê di encama teqînekê de bi giranî birîndar bûye.

Serbazekî îsraîlî li Sûriyeyê birîndar bû
29 îlon, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê roja duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku serbazekî wan ê yedek di encama teqîneke li nêzî bargeheke artêşa Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê de bi giranî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Îro di encama teqîneke li nêzî bargeheke me ya li başûrê Sûriyeyê de serbazekî me yê yedek bi giranî birîndar bû. Me serbaz rakir nexweşxaneyê û malbata wî hate agahdarkirin.”

Ev bûyer di encama rêzebinpêkirin û destwerdanên li pey hev ên artêşa Îsraîlê yên di hundirê xaka Sûriyeyê û bi taybet li ser xeta sînor de çêbûye.

(dc)