Li Efrînê hovîtiyeke din: Ji ber ku deqa agir li ser laşê wî hebû, laşê wî parçe kirin

Nîv tazî ji pêşiya mala wî heta Çerxerêya Kawayê Hesinkar xuşikandin. Li ser laşê wî nîşaneya Newrozê anku deqa agir hebû. Çeteyan laşê wî parçe kir û heta rojekê li wir hişt. Ev hovîtî, yek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ye.

Li Efrînê hovîtiyeke din: Ji ber ku deqa agir li ser laşê wî hebû, laşê wî parçe kirin
Li Efrînê hovîtiyeke din: Ji ber ku deqa agir li ser laşê wî hebû, laşê wî parçe kirin
Li Efrînê hovîtiyeke din: Ji ber ku deqa agir li ser laşê wî hebû, laşê wî parçe kirin
Li Efrînê hovîtiyeke din: Ji ber ku deqa agir li ser laşê wî hebû, laşê wî parçe kirin
22 ÇILE, 2024   05:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

20`ê Çileya 2018`an, dewleta Tirk a dagirker tevî bi hezaran çeteyan êrişî bajarê Efrînê kir û di 18`ê Adara heman salê de dagir kir. 

Di wê demê de û piştî dagirkirinê, dagirkeran bi dehan komkujî li dijî şêniyên Efrînê kirin.

Yek ji wan sûcan jî, çeteyan li dijî hevjînê koçbera bi navê Henîfe Qedrî Seydo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne, kiriye.

Henîfe tevî malbata xwe 16`ê Adara 2018`an ji Efrînê derdikeve, yanî beriya 2 rojan ji dagirkirina wê. Henîfe û malbata xwe diçin Şehbayê ku berê zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê û koçberên wê lê bû.

Henîfeyê nexwest navê hevjînê xwe aşkera bike, ji ber ku malbata wî li Efrînê ye û got: "Hevjînê min 2 rojan bi me re ma û dûre 18`ê Adarê vegerî Efrînê."

Piştî 4 rojan, cîran lê digerin û jê re dibêjin çeteyan hevjînê wê bi awayekî hovane kuştine.

Henîfe ji wan daxwaz dike ku wêneyên wî jê re bişînin da ku ji agahiyê piştrast bibe, lê çete nahêlin kesek wêneyên cenaze bikişîne û heta cîran jî nakişînin, ji ber ku çeteyan laşê wî parçe kiriye.

Li gorî agahiyên ku Henîfeyê ji hin xizmên xwe yên li Efrînê wergirtine, çeteyan hevjînê wê ji malê hetta Çerxerêya Kawayê Hesinkar xuşikandiye.

Piştî îşkenceya hovane, çete bi guleyan hevjînê Henîfeyê bi awayekî hovane dikujin.

Henîfeyê wiha domand: "Rojekê piştî Newrozê wî li pêşiya peykerê Kawayê Hesinkar dikujin. Dixwazin bêjin; nabe Kurd mafên xwe bi dest bixin. Xwestin şêniyan bitirsînin, ji bo ku kurdbûna xwe li pêşiya wan aşkera nekin."

Henîfeyê di dawiyê de got: "Li ser milê hevjînê min, deqa êgir hebû ku nîşaneya Newrozê û kurdîniya wî ye. Ji ber wê bi qestî ew li wir û di wê demê de kuştin û piştî kuştinê li erdê hiştin. Dûre xizm û cîranan 23`yê Adarê ew defn kir."

(şx)

ANHA