‘Efrîn warê me ye, çi bikin jî nikarin vê rastiyê biguherînin’

Koçberên Efrînê destnîşan kir ku ew dev ji xaka xwe bernadin û got dê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî û Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Koçberan got veger nêz e û mayîna dagirkeran li Efrînê, vê rastiyê naguherîne.

‘Efrîn warê me ye, çi bikin jî nikarin vê rastiyê biguherînin’
22 ÇILE, 2024   03:37
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de dest bi êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê kir. Piştî berxwedana 58 rojan a YPG û YPJ`ê li hember dewleta Tirk û çekên wê yên pêşketî, Efrîn di 18`ê Adara 2018`an hate dagirkirin. 

Koçbera ji Efrînê ya bi navê Hûriye Sabrî ku niha li Helebê dimîne, got: "Bi saya xwîna şehîdên xwe em li Efrînê vegerin. Em natirsin û di oxira rizgarkirina wê de em amade ne şehîdan bidin. Em wê ji dijmin re nahêlin. Bi hêzên xwe yên leşkerî, bi mezin û biçûkên xwe ve em ê dagirkeriyê têk bibin."

Hûriye wiha domand: "Efrîn axa bav û kalan e. Bi xwîdana enî û zendên xwe me darên zeytûnê hatin çandin. Ew ji kokê ve qut dikin, sûcên wan li dijî axa me ya pîroz berdewam in. Lê ev ax ya me ye. Çi dikin bila bikin lê nikarin vê rastiyê biguherînin. Efrîn a me ye. Dê ji me re bimîne. Em ê axa xwe bi xwînê av bidin û ji dijmin re nahêlin."

Koçberê bi navê Reşîd Reşo jî Efrîn wek nasname û hebûna wan bi nav kir û got: "Efrîn, cih û warê me ye. Em wê ji bîr nakin. Darên zeytûnê sembola aştiyê ne. Dagirkirina Efrînê ji bo me, mirina bi saxî ye û ji bo rizgarkirina wê û vegerê em ê her tiştî bikin. Em ê canê xwe jî di oxira wê de feda bikin."

Koçbera bi navê Nazliye Hesen Cafer jî diyar kir ku Efrîn wê vegere û wiha pê de çû: "Em Efrînê dixwazin, helbet em ê vegerînin. Em tune nabin wek dijmin difikire. Em kurd in serbilind in. heta dawiyê, em ê ji bo doza xwe tê bikoşin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî pêk bînin û tola şehîdên xwe jî hilînin."

(şx)

ANHA