Li Efrînê 3 welatiyên din hatin revandin

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 3 welatiyên din revandin.

Li Efrînê 3 welatiyên din hatin revandin
4 adar, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan girtiye, ragihand ku çeteyên ‘polîsên sivîl’ û îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî heman çavkaniyan, navên kesên hatine revandin wiha ne: Ebdurehman Şeref (62), Salan Dilo (58) û Ziyad Şeref (49).

Li Efrînê ku ji 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên qetilkirin, revandin, qirkirina xwezayê, talankirin û guhertina demografiyê dewam dikin.

Dagirkeran di Sibata îsal de li Efrînê 4 kes qetil kirin, 27 kes revandin û 800 dar birîn. Di Çileyê de 4 kes qetil kirin û zêdetirî 50 kes revandin.

(bb)

ANHA