Li Efrîn û Babê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Li Efrîn û Babê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
26 adar, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel tevliheviya li herêmên dagirkirî, çeteyên Feyleq El Şam û çeteyên Ehrar El Şerqiye li gundê Meydan Ekbes ê navçeya Reco ya kantona Efrînê bi hev ketin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, nakokî li ser qaçaxçîtiya mirovan û bazirganiya narkotîkê di navbera her du koman de derketiye û di encamê de bi hev ketine û heta niha 3 ji wan birîndar bûne.

Her wiha hate ragihandin ku duh bi şev, çeteyên Al Talib û çeteyên Al Ferûh li bajarokê Mari yê bakurê Helebê bi hev ketine û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Kuştina serçeteyên dewleta Tirk a dagirker berdewam e ku li gundê El Ecemî yê Babê, serçeteyê Ehrar El Şerqiye yê bi navê Ebû Salim El Aser di encama teqîna mayinekê de hatibû kuştin.

(şx)

ANHA