4 firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku 4 kesên li Hesekê madeyên hişbir difirotin, hatine girtin.

4 firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin
26 adar, 2024   10:57
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 4 firoşkarên madeyên hişbir di 17’ê Adarê de li Hesekê destgîr kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin li gel kesên destgîrkirî 53 gram kristal mîs, qelûnên bikaranîna madeyên hişbir, heşîş (8 gram), hebên Captagon (5 heb), kalaşînkoveke bicercûr û mermiyên wê (30), 4 cîhazên jîrek, 102 hezar 600 lîre û 150 dolar hatine desteserkirin.