Li Şedadê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Şedadê hatin girtin.

Li Şedadê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
26 adar, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Dezgeha Ewlehiya Giştî li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Di daxuyaniyekê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja yekşemê (24’ê Adarê) şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê girt.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên serkeftî yên hêzên me yên li diîj şaneyên DAIŞ û komên terorîst de, Hêzên Dezgeha Ewlehiya Giştî di encama xebatên şopandinê de şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê li bajarokê Şedadê girt. Dema hêzên me girt ser cihê ku endamên şaneyê xwe lê vedişart, endamên şaneyê gule avêtin hêzên me, hêzên me jî neçar man bersivê bidin. Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin û miqdareke çek desteser kirin.

Çekên hatine desteserkirin ev in: Tivingeke Brno, rextek brno , çenteyek û 54 guleyên Brnoyan, 3 kalaşînkof, 18 cercûr û 11 mermiyên kalaşînkofan, 3 rextên leşkerî, 3 demançe, 118 mermî û 5 cercûrên damanceyan, 320 dolarê amerîkî û milyonekû 167 hezar û 500 lîreyê sûriyeyî.

Di encama lêpirsîna bi çeteyên şaneyê re diyar bû ku li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi çeteyên DAIŞ’ê re di nava têkiliyê de ne, gelek nuqteyên ewlekariyê jî kirine hedef û kiryarên tirsandin, şelandin û gefxwarin li welatiyan kirine. Çete sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin da ku bên darizandin.

Xebatên me yên ewlehiyê didomin. Em ê her kesê ku dixwaze zirarê bide ewlehî û aramiya herêmê bigirin û sûcdaran derxin pêşberî edaletê da ku cezayeke adil li wan were birîn."

(bb)