Li Dirbêsiyê xebatên komînan

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina xebatên komînan, komîteyên xizmetguzariyê ava kirin û heya niha 6 komîngeh vekirine.

Li Dirbêsiyê xebatên komînan
Li Dirbêsiyê xebatên komînan
Li Dirbêsiyê xebatên komînan
Li Dirbêsiyê xebatên komînan
22 tîrmeh, 2025   07:30
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28`ê Hezîranê de der barê xebatên komîn û meclisan de civînek li dar xistibû û biryarek dabû. Di biryarê de tê gotin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û xebateke berfirehtir bê meşandin. Her wiha li gorî biryarê roja şemiyê wek roja komînan hatiye destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de hevserok û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her şemî li komînên taxên xwe xebatê dimeşînin. 

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê jî di çarçoveya pêkanîna biryarê de pêngava sererastkirina komînan da destpêkirin. Meclisê bi armanca pêşxistin û pratîzekirina xebatê di demeke nêzîk de, komîteyên xizmetguzariyê ava kirin û navendên nû vekirine.

Hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm têkildarî ji nû ve birêxistinkirina komînan got: "Plana nû xwe dispêre yekkirina 2 an 3 komînan di yek komîngehê de, endamên komînan tên zêdekirin, her wiha xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser jî bi awayekî aktîf di komînan de bixebitin."

Raziya Îbrahîm da zanîn ku heya niha li navenda bajar 6 komîngeh hatine vekirin û xebatên vekirina komîngehên din jî dewam dikin.

Raziya bal kişand ser rola komînan di dema dawîn de û wiha domand: "Berê rola komînan di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de bûn, lê niha wekî gava pêşîn a ber bi pêşxistina rihê civakî û jiyana komînal ve, em hewl didin bi rêya vekirina navendên daîmî û aktîfkirina bernameya perwerdeyê rola komînan berfireh bikin."

Raziya Îbrahîm Her wiha bang li tevahiya şêniyan kir ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên rêxistinî bibin.

(bb)

ANHA