Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in

Koçberên li kampa Serêkaniyê, ji ber germa zêde û kêmbûna ava vexwarinê êş û azaran dikişînin. Koçber dibêjin êdî ew jiyana dijwar a li kampan tehemûl nakin û daxwaza vegera ewle bo bajarên xwe kir.

Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in
Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in
Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in
Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in
Koçberên Serêkaniyê ji ber germê û kêmbûna avê bêzar in
22 tîrmeh, 2025   05:08
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Nêzî 15 hezar şêniyên Serêkaniyê ku ji sala 2019`an ve bi darê zorê ji bajarên xwe koçber bûne, li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dijîn. Ji ber germahiya zêde û kêmbûna ava vexwarinê koçber êş û azaran dikşînin.

Ji bo peydakirina ava vexwarinê, rêveberiya kampê bi hevkariya hin rêxistinên mirovî projeya tora avê li kampê saz kiribû, lê li gorî şêniyan, vê projeyê pirsgirkên çareser nekiriye, ji ber ku av dighêje hin malan û nagihêje hinên din.

‘EM BÊYÎ PÊDIVIYÊN DIJÎN’

Yûsiv Ebdo yê 71 salî li ber konê xwe rûniştiye. Ebdo diyar kir ku ew 6 sal in li vir in, heta niha bi raêya tankeran av peyda dikirin, lê îsal piştî ku projeya tora avê li kampê hat sazkirin, pirsgirêka wan ya avê zêde bû, ji ber ku ava nagihe hemû malbatan.

Ebdo her wiha got: "Tiştê ku em dixwazin ew e ku em vegerin bajarên xwe. Em êdî nikarin di van konan de bijîn. Em êdî nikarin barê vê êşê hilgirin."

‘ZAROKÊN ME JI BER GERMÊ Û NEBÛNA AVÊ DI XETEREYÊ DE NE’

Selwa Muslim li ser şert û mercên dijwar axivî û got: "Em li seranserê kampê li avê digerin. Projeya nû ya tora avê têk çûye. Hin kes kêm av dighêje wan, hin jî av yekcar nagihêje wan. "

Selwayê wiha dewam kir: "Zarokên me di vê germê û kêmbûna avê de di xetereyê de ne. Em dixwazin dikin ku rêveberiya kampê bi lez av û elektrîkê peyda bike.”

Selwayê xwest ku awayekî ewle vegere bajarê xwe da ku ev êşa berdewam bi dawî bibe.

‘EM HEWL DIDIN ÇARESERIYAN PEYDA BIKIN, LÊ PIRSGIRÊK TEVLIHEV E’

Der barê rexneyên koçberan de, hevserokê Meclisa Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed  got: "Projeya tora avê li kampê ji hêla hin rêxistinan ve hate destpêkirin, lê dema me ev proje lêkolînên kir, me hişyarî da ku ew proje dibe ku pirsgirêkê zêde bike. Bi rastî jî wiha bû, hin kesan destdirêjî kirin û ava bi dizî kişandin, lewma, di dema av digihîje hin deveran û hin dever bêpar dimînin. "

Mihemed her wiha got: "Em bi her awayî hewl didin ku êşa şêniyan sivik bikin, lê ji bo vê yekê divê her kes alîkar be. Gelek destdirêjî çêdibin, hin malbat ji para xwe zêdetir avê dikişînin, yên din ji bê par dimînin. "

(k)

ANHA