Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê kiryarên komên çekdar aşkera kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, dest danîne ser gelek mal û milkên efrîniyan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê kiryarên komên çekdar aşkera kirin
16 hezîran, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê endam û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, destdirêjî li mal û milkên efrîniyan dikin, ji malên wan dernakevin, pere dixwazin, berî ku ji malên efrîniyan derkevin jî, hemû alavên malê talan dikin.

Her wiha di raporê de hate gotin ku 4`ê Hezîranê endamên Koma Sultan Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk û yên tev li Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî bûne, pev çûne. Ew li mala Mistefa Îbîş Hemo yê ji gundê Enqele ya girêdayî navçeya Şiyê li hev ketine.

Ew endamên koma Emşat li ser boriyên avdanê û tiştên ku didizin jî li hev dikevin. Derdora 350 m boriyên avdanê ku buhayê wan derdora hezar dolarê amerîkî ye, dizîne. Ev boriyên avdanê yên Izet Mistefa Bekir in. Her wiha ji bîra apê Izet Serbest Izet nêzî 90 m borî dizîne û boriyeke Nezwet Izet Bekir a 60 m dizîne. Li gorî rêxistinê agahiya aliyên têkildar bi vê yekê heye lê destwerdanê nakin.

10’ê Hezîranê li gundê Eqla yê navçeya Şiyê 2 zarokan ji dikana welatiyê bi navê Xelîl Mistefa 10 hezar lîreyê Tirkiyeyê diziye. Kesên ku gazinc kir, got yek ji wan zarokan destê wî di dizîna boriyên avdanê de jî heye. Malbata her du zarokan dest daniye ser mala welatiyê bi navê Mistefa Şêx Zariye yê ji gundê Eqla.

Di raporê de saziyên ewlehiyê hatine rexnekirin, ji ber van bûyeran naşopînin û hesab ji kesî naxwazin. Navê Ebû Bîlal didin û dibêjin ew berê di koma Ehrar El Şerqiyê de bû û niha li Cindirêsê pere ji xelkê distîne. Ebû Bîlal xelkê tehdît dike û ew girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê ye, îşareta wan a gurên boz û ala Tirkiyeyê radike.

Di raporê de hate gotin ku kesekî bi navê Munîr El Hamid ê endamê berê yê Ofîsa Aborî ya koma Ehrar El Şerqiye û niha cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digire, bi darê zorê bacê ji xwediyên dikanan digire. Hate gotin ku xwediyên dikanan gelekî gazinca wî dikin lê kesek bersiva wan nade.

Munîr El Hamid niha li Dêrazorê ye û hevjîna wî li Efrînê di mala welatiyekî efrînî de ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di raporê de dibêje ku li navçeya Raco bi taybet li bajarokê Meydan Ekbes û gundên girêdayî wê, destê xwe danîne ser erdên çandiniyê yên malbatên koçber. Ev kom girêdayî Feyleq El Şam in. Tirkiye piştgiriya Feyleq El Şam dike û ew niha cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digire. Îsal erdên xelkê ji xwe re çinîne û dest danîne ser berhemên wan. Hatiye belgekirin ku komên Feyleq El Şam destê xwe daniye ser erdên Mihemed Îbrahîm ê niha li Almanyayê ye.

(np)