Li dijî tevgerên leşkerî yên Iraqê bang hat kirin

Dayikên gerîlayan û dayikên şehîdan tevgera hêzên Iraqê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û li dijî siyasetên Iraqê û kiryarên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga serhildanê kir.

Li dijî tevgerên leşkerî yên Iraqê bang hat kirin
27 sibat, 2024   14:23
QAMIŞLO

Dayikên gerîlayên azadiyê û dayikên şehîdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê tevgera hêzên parastina sînor ên Iraqê ya li Zap û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê giran e, daxuyanî da. Daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike û gerîlayên azadiyê herêmê diparêzin.

Di daxuyaniyê de tevgerên hêzên Iraqê ber bi nuqteyên gerîlayan ve wek "vekirina rê li pêşiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker da ku serdestiya dewleta Iraq û Başûrê Kurdistanê binpê bike" hat nirxandin.

Li daxuyaniyê de îşaret bi tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jî hat kirin û wek “xiyaneteke mezin” hat nirxandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, gerîlayan li hemberî êrişên dewleta Tirk radibe û serdestiya Iraq û iraqiyan diparêze. Her wiha bang li gelê Iraqê hat kirin ku hemeberî kiryarên derexlaqî û siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk serî hildin.

Di daxuyaniyê de tevgerên leşkerî yên hikumeta Iraqê û tevgera wê ya bi dewleta Tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Ev tevger dê bibe sedema herikîna xwînê, dê encamên wê ji bo gelên Iraq û gelê Kurd xirab bin. Divê helwesteke cidî li hemberî van kiryaran çêbe.”

(bb)

ANHA