2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişan de efserek û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin û efserekî din birîndar bû.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
27 sibat, 2024   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêma Şelah a Zebedanî ya Şamê endamekî îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li ser rêya Nasiriye-Xedrî Bustan a li başûrê Quneytîrayê, li devereke nêzî sînorê Colanê efserekî hikumeta Şamê hatiye kuştin û yekî din jî birîndar bûye. Hate diyarkirin ku bombe di erebeya efseran de hatibû bicihkirin.

(bb)