Li dijî hêzên Heşdî Şebî li Bexdayê êrîş pêk hat

Bi balefirek bê mirov û bi çek baregehek ya Heşdî Şebî ya li kolana Felestîn ya li Bexdayê bombebaran pêk hat û di encama bombebaranê de 2 berpirsên hêzên Heşdî Şebî hatine kuştin.

Li dijî hêzên Heşdî Şebî li Bexdayê êrîş pêk hat
4 ÇILE, 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kolana Felestîn ya li Bexdayê, bi balefirek bê mirov û bi çek baregeha hêzên Heşdî Şebî hat bombebaran kir.

Her wiha li gorî agahiyên destpêkê hatine belavkirin di encama bombebaranê de 2 berpirsên hêzên Heşdî Şebî hatine kuştin ku yek ji wan Fermandarê Operasyonên Lîwaya 12 ya Heşdî Şebî Hacî Ebû Teqwa ye û li gel her du berpirsan 6 kes jî birîndar bûne.