Îsraîl hişyarî da Tirkiyeyê

Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser baregeha hewayî ya Ebû Dihûr a Sûriyeyê, nakokiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de zêdetir dibin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro anî ziman ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Tirkiyeyê dixe rewşeke xeternak li Sûriyeyê û got, Îsraîl dê "destûr nede ku ti alî ewlehiya wê tehdît bike."

Îsraîl hişyarî da Tirkiyeyê
20 tebax, 2026   11:10
NAVDNDA NÛÇEYAN

18‘ê vê tebaxê (2026) Îsraîlê baregeha hewayî ya Ebû Dihûr a li Sûriyeyê bombebaran kiribû. Piştî bombebaranê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîlê hişyarî daye Sûriyeyê ku nehêle hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li baregehê hebe. Netanyahu anî ziman ku ku peyama wan zelal e û wan Şam agahdar kiriye ku di vî alî de pêşde neçe.

Rojek piştî êrişê Tirkiye îdiayên Îsraîlê yên li ser xwezaya hebûna wê ya li Sûriyeyê red kir û gotibû "Îdiayên Îsraîlê bê bingeh in."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro got, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Tirkiyeyê dixe rewşeke xeternak li Sûriyeyê. Karz anî ziman ku Îsraîl dê "destûr nede ti alî ku ewlehiya wê tehdît bike."

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî duh gotibû, Şam ji Îsraîlê re piştrast kir ku tu planên avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li Ebû Dihûr nîn in. El Şeybanî anî ziman ku baregehe ji nû ve tê amadekirin da ku ji aliyê hêzên hewayî yên Sûriyeyê ve were bikaranîn.

El Şeybanî got, leşkerên Tirk di çarçoveya perwerde û tevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de serdana baregehê kiribûn, lê tu hêzên leşkerî yên Tirk li wir tuneye. Her wiha anî ziman ku baregeh heya radeyek mezin vala bû û hîna kar lê dest pê nekiriye.

El Şeybanî di hevpeyvînekê li gel malpera Axiosê de got "Niyeta avakirina baregeheke Tirkiyê li wir û ne jî bicihkirina hebûneke leşkerî ya daîmî ya Tirkiyê an hêzên Tirkiyê li wir tune ye."

El Şeybanî da zanîn ku hincetên rewa yên Îsraîlê tunene ku baregehê bombebaran bike.

Çavkaniyên agahdar, ragihandin ku serokê Mossada Îsraîlê Roman Gofman di 14‘ê Tebaxê de an ku beriya êrişa li dij baregeha Ebû El Dihûr bi rêya telefonê bi El Şeybanî re axivî û hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyeyê nîqaş kirine.

Li gorî çavkaniyan, Gofman pirsên zêdebûna hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û piştgiriya artêşa Sûriyeyê bi çek û dronan hatin kirin.

(bb)