Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê

Li gundewarê Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzariyê hatin pêkanîn û plansaziya sala bê hatiye amadekirin.

Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
4 mijdar, 2023   08:10
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji plansaziya sala 2023′yan de gelek proje pêk anîne.

Hevserokê Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê Mahir El Elawî der barê projeyên komîteyê de axivî.

GUNDEWARÊ ROJAVAYÊ DÊRAZORÊ

Li gorî Mahir El Elawî, ji projeyên girîng ku komîteyê li gundewarê rojavayê Dêrazorê pêk anîne, qedandina projeya stasyona avê ya li bajarokê Cezra, berfirehkirina tora kişandina avê û avakirina stasyona fîlterkirina avê li bajarokê El Kuber bûn.

Her wiha, komîteyê projeya çaksazkirina stasyona Hewayic Ziyab bi dawî kir, hewzekî avê ava kir, tora avê ya li herêma Mihêmîde berfireh kir û torên kanalîzasyonê yên li bajarokê El Hîsan nû kirin.

Ji projeyên din ên li gundewarê rojavayê Dêrazorê hatine pêkanîn, rêya sereke ya di navbera Dêrazor û Reqayê de hat qîrkirin. Projeya qîrkirinê ji herêma Meamil dest pê kir û ber bi bajarokê Cezrat ve bi dawî bû. Her wiha rêya bajarokê Ebû Xeşeb a bi dirêjiya 15 kîlometreyan û paniya 5 metreyan bi 6 hezar û 500 metrekab qîr, hat qîrkirin.

GUNDEWARÊ ROJHILATÊ DÊRAZORÊ

Komîteyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê stasyona avê ya herêma Kişkiyê ya 3'yemîn sererast kir, projeya stasyona avê ya li herêma Semaa bi dawî kir û hewzeke avê li bajarokê Xeranîc û stasyoneke avê li bajarokê Cedîdê ava kirin.

Komîteyê xeteke avê ji bo sûka bajarokê Hecînê dabîn kir. Av ji bo stasyona Siwer a li bajarokê Şehfe peyda kir û li herêma Ebû El Hesen xeteke avê bi dirêjiya hezar û 100 metreyî ava kir.

Komîteyê li bajarokê Ebû Herdûb projeyeke kanalîzasyonê û hewza avê pêk anî û stasyona avê ya li bajarokê Baxozê sererast kir.

Her wiha rêyên sereke yên rojhilatê Dêrazorê ji bajarokê Ebû Hemam heta bajarokê Baxozê bi rêjeya ji sedî 50-60 qîr kirin.

GUNDÊN NAVÎN

Li gundên navîn ên Dêrazorê jî gelek projeyên xizmetguzariyê hatin pêkanîn. Komîteyê li herêma Bisêrayê torên kanalîzasyonê bi dirêjiya hezar û 400 metreyî befireh kirin, her wiha li taxa Betran a li herêma Bisêrayê toreke kanalîzasyonê bi dirêjiya 500 metreyan û li herêma Birêhe ya bajarokê Bisêrayê toreke avê bi dirêjiya 700 metre ava kirin. Li herêmên Maşiq, Deman, Herîze û Berşem hewzên avê ava kirin û pira El Hecne sererast kir.

Komîteyê stasyoneke şêrînkirina ava vexwarinê ji bo li herêma El Ezêb û Birêheyê ava kir û projeya stasyona ava şîrketê ya bajarokê Şihêlê û projeya stasyona Hawî Zîban bi dawî kirin. Li herêma Cerzî jî komîteyê tora avê berfireh kir, rêya herêma Ezba ya ber bi bajarokê Bisêrayê ve sererast kir û kolana sereke ya bajarokê Bisêrayê ber bi pirê ve, qîr kir.

GUNDEWARÊ BAKURÊ DÊRAZORÊ

Li gundewarê bakurê Dêrazorê jî komîteyê gelek proje bi dawî kirin. Komîteyê li herêma Rubêdayê depoyek avê û fîlterek ava kirin û li gundê Riwêşid Şemalî jî stasyoneke şêrînkirina avê ava kir. Li herêmên Casimî û Ebû El Nîtil û gundê El Bisêtîn xetên avê berfireh kirin. Komîteyê li herêma Nimêleyê jî hewzek û stasyoneke şêrînkirina avê ava kirin û li herêma Miwêlih Cenûbî jî stasyoneke şêrînkirina avê ava kir.

Komîteyê her wiha torên avê yên herêma Cedîd Igêdat berfireh kirin û li herêma Cedîd Begara kanalên derxistina ava baranê û torên avê ava kirin û stasyona herêma Dehlê jî berfireh kir.

Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê rêya di navbera sînorên herêma Dêrazor û ya Hesekê de sererast kir û pirên zirardîtî yên li herêma bakur qîr kirin.

Elawî got, di plansaziya sala 2024'an de dê projeyên binesaziyê hebin û diyar kirku ku girîngiyê bidin stasyonên avê û berfirehkirina kanalîzasyonê û kirîna amûr û erebeyên paqijiyê ji bo şaredariyan û pêşxistina rewşa xizmetguzariyê ya Dêrazorê.

(mh)

ANHA