ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2023
4 mijdar, 2023   07:31

 

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan gotin dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û bang kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên têkoşînê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ezîz Ebdo yek ji ciwanên destpêkê yê navçeya xwe bû ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Ezîz di oxira parastina civakê ji xetereya narkotîkê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a bajarokê Mesnsûra ya Tebqayê projeya avakirina bazarekê daye destpêkirin. Di bazarê de wê 92 dikan hebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Parêzerên ji Reqayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê şerê qirkirin û koçberêkirinê pêk tînin. Parêzeran gotin, li dijî sûcên dewleta Tirk yekitiya siyasî pêwîstiyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gundewarê Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzariyê hatin pêkanîn û plansaziya sala bê hatiye amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Hîlala Zêrîn bi şahiyekê tevlêbûna xwe ji pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan radighîne. Şahî li hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Şoreşa jinê bi hunerê geş dibe" 1′emîn Pêşangeha Şêwekariyê li hola Firatê ya li bajarê Kobanê vedike, saet di 11:00′an de (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA