'Divê ji bo teşhîrkirina şerê qirkirina gelan xîtaba siyasî bibe yek'

Parêzerên ji Reqayê bal kişandin ser girîngiya yekkirina xîtaba siyasî ji bo teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên din ên di çarçoveya qirkirina gelan de pêk tên.

'Divê ji bo teşhîrkirina şerê qirkirina gelan xîtaba siyasî bibe yek'
4 mijdar, 2023   08:45
REQA
ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û binesazî, navendên xizmetguzarî û qadên sivîlan dike armanc. Şêniyên herêmê van êrişan wekî şerê qirkirinê bi nav dikin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Ebdullah El Eryan anî ziman ku Tirkiye û Îsraîlê du aliyên diravekê ne û armanca wan wêrankirina Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn e. El Eryan diyar kir ku Îsraîl hemwextî wêrankirina Xezayê, ligel Tirkiyeyê binesaziya Sûriyeyê wêran dike.

El Eryan bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û wiha domand: "Îsraîl li balafirgehên navneteweyî yên Sûriyeyê dide, di heman demê de dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê dike hedef. Wisa xuya ye ku herdu dewlet ji bo bidawîkirina çarenûsa gelê Sûriyeyê bûne yek. Ji ber êrişên li ser balafirgehan gelek cureyên dermanan qediyane û di encamê de derman biha bû.  Di heman demê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser binesazî û cihên petrolê bû sedem ku madeyên petrolê û hêmanên herî biçûk ên jiyanê mîna av û ceyranê gelekî kêm bibin."

El Eryan got ku şerê heyî leşkerî nîn e, lê bi temamî şerê qirkirina gelan e û wiha domand: "Balafirgehên navneteweyî, cihên petrolê û binesazî tu metirsiyan li ser berjewendiyên Îsraîl û Tirkiyeyê çênakin. Sivîlên di malên xwe de jî metirsiyê li ser wan çênakin. Lê belê mijar, tunekirina gelê Sûriyeyê bi tevahî rêbazan e."

El Eryan destnîşan kir ku ji bo teşhîrkirina sûcan û diyarkirina rastiyan ji raya giştî re divê xîtaba siyasî were yekkirina û got: "Em daxwaza mafên xwe ji wan dikin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em ne terorîst in wekî ku îdia dikin, ên terorîst ew in, yên ku sivîlan qetil dikin û hemû çavkaniyên jiyanê dikin hedef, yên hewl didin binesaziyê xirab bidin sûcdar û terorîst in. "

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Hesen El Mela peymanên agirbestê bi bîr xist û got: ′′Ji bo agirbestê 2 peyman di navbera Amerîka, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de hatin îmzekirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker ev peyman binpê kirin û heta niha qada hewayî ya Sûriyeyê binpê dike, sivîlan qetil dike û binesaziyê dike hedef.′′

El Mela bang li hikumeta Şamê jî kir ku li hember van êrişan xwedî helwesteke cidî be û rola xwe di Konseya Ewlehiyê de çalak bike, her wiha bang li Konseya Ewlehiyê kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker qedexe bike.

(mh)

ANHA