Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin

Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrazorê meclisa xwe ava kir.

Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin
23 kanûn, 2023   19:17
DÊRAZOR

Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo avakirian Meclisa Al El Beyt li kantona Dêrazorê civîn li dar xist.

Di civînê de nûnerên ji El Sade El Eşraf a Al El Beyt a Dêrazorê û Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Rêxistina El Sade El Eşarif Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di konfernsa xwe ya 3′yê Hezîrana 2023′yan de biryar dabû ku komîteyên Al El Beyt li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin.

Civîn li hola qada leşkerî ya bajarokê Kîsra hate lidarxistin. Di civînê de serokê Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan Sîdoş axivî û wiha got: "Armanca rêxistinê nirxên mirovî geş bike, xizmetî mirovahî û îslamê bike."

Endamê rêvebera Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan axivî û bal kişand ser êşên li herêma Rojhilata Navîn ku pêwîstiya wê bi rêxistinkirina civakê heye.

Dûre li Dêrazorê Meclisa Al El Beyt ji 12 endaman hate avakirin.

(fr)

ANHA